Ev demek e li welatên Eworpayê ji ber pêla zêde ya germahiyê şewatên daristainan berdewam dike.
Spanyayê ji ber şewatên daristanan di rewşeke krîtîk de ye û cara yekem rewşa awarte li welêt hat ragihandin.
Di heman demê de, tîmên agirkujiyê hewilên xwe ji bo kontrolkirina şewatan berdewam dikin.
Li gorî agahiyan, agirê herî dijwar niha li daristanên nêzîkî paytext Madrîdê ye.
Wezareta Navxweyî ya Spanyayê, diyar kir ku 63 hezar kes ji van şewatan bandor bûne.
Wezîra Veguherîna Ekolojîk li Spaniyayê Sara Acheson ragihand ku ji destpêka salê ve zêdetirî 29 şewatên mezin hatin tomarkirin.
Her wiha Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez piştî ku agir bi hezarê hektaran li rojavayê paytextê şewitandin, rewş wekî "trajîk" bi nav kir.
Li Fransayê leşker jî beşdarî tîmên agirkujiyê bûn
Li Fransayê jî, ji ber şewatên daristanan, welat di rewşa severberiyê de ye.
Rayedarên Fransî deverên şewitî yên li başûrê rojavayê welêt vala kirin û vemirandina agirên daristanan berdewam kirin.
Li gorî daxuyaniyên hikûmetê, leşkerên Fransî jî tevlî tîmên agirkujiyê bûn û hewlên kontrolkirina şewatan didomînin.
Li gorî daxuyaniyên rayedaran, herêmên Nouvelle-Aquitaine û Gironde ji ber şewatan ji niştecihan hatin valakirin.
Duh, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo kontrolkirina agirê li Fransayê, bi fermî alîkarî ji Neteweyên Yekbûyî xwestibû.
Heta niha Fransa welatê ku herî zêde ji ber şewatan zirar dîtiye.
Ji destpêka salê ve, agir bi zêdetirî 50`î hezar hektar daristanan ketiye.
Ji bo alîkariya her du welatan di kotrolkirina şewatan de, Komîsyona Ewropayê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê, wê çar balafiran bişîne Spanyayê û her wiha wê sê balafiran jî bişîne Fransayê.