Çîn: Divê agirbesteke mayînde li Rojhilata Navîn pêk were

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang YÎ û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abas Araqçî, li paytexta Çînê, Pekînê civiyan. Çînê banga agirbesteke "tevahî" li Rojhilata Navîn kir û ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê xwest ku Tengava Hurmizê "di zûtirîn dem de" ji nû ve vekin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çîn û Îran ji bo kêmkirina rageşiya leşkerî ya li Rojhilata Navîn, civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi îro, li Pekînê bi hempîşeyê xwe yê Îranî Abbas Araqçî re civiya.

Piştî hevdîtinê, Ofîsa Wezîrê Karên Derve yê Çînê, daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, Wang Yî got ku Çîn dibîne ku divê agirbesteke mayînde di navbera aliyên şer dikin Amerîka- Îranê de, pêk were.

Di heman demê de, Wezîrê Karê Derve yê Çînê eşkere kir ku “ji nû ve destpêkirinan êrîşan, bi tevahî nayê qebûlkirin.

her wiha Çînê destnîşan kir ku ji bo rawestandina şer, berdewamiya dan û standinan gaveke girîng e.

Wezîrê Çînê her wiha bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê kir ku Tengava Hurmizê “di demeke herî kurt de vekin”.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Çîn pêşwaziya pabendbûna Îranê ya nepêşxistina çekên nûklerî dike, di heman demê de mafê rewa yê Îranê yê bikaranîna enerjiya nûklerî ji bo armancên sivîl, nas dike.

Li gorî raporeke analîzê ya Şîrketa Kpler, Çîn rasterast ji ber dorbêça deryayî ya li ser Tengava Hurmizê, bandor dibe.

Zêdetirî nîvê hawirdekirina petrola xav a Çînê ya bi rêya deryayê ji Rojhilata Navîn tê, û piraniya wê jî, di Tengava Hurmizê re, derbas dibe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye