Piştî gefên herî dawiyê yên serokê Amerîka Donald Trump ku tê de amadebûna hêzên welatê xwe ji bo xistina her balafireke şer a Venezuelayê nîşan dabû, serokê Venezuela Nicolas Maduro diyar kir ku nakokiyên wan bi Waşingtonê re, divê nebin sedema derketina şerekî leşkerî di navbera her du welatan de.
Maduro da xuyakirin ku ew raporên îstîxbaratî yên ku ji Trump re hatine pêşkêşkirin, ne rast in.
Trump gef li KaraKasê xwar ku eger ew gefê li hêzên Amerîkî bixwin, dê balafirên Venezuelayê yên leşkerî werin xistin.
Ji aliyê xwe ve jî, Pentagonê ragihand ku du balafirên leşkerî yên Venezuelayê li ser keştiyek Hêzên Deryayî yên Amerîkî firîne.