Berdevka Hikûmeta Rwanda, Yolande Makolo ragihand ku wan û berpirsên Amerîkayê li hev kirine da ku 250 koçber li Kîgalî bêne bicihkirin.
Ew koçber jî, dê ji aliyê Amerîkayê ve bêne dersînorkirin, ji ber ku bi awayekî neqanûnî derbasî nav wî welatî bûne.
Makolo ev yek jî anî ziman ku li gor lihevkirinê, ew koçberên ji aliyê Kîgalî ve bêne qebûlkirin, dê di qonaxeke perwerdekirinê re derbas bibin da ku bikaribin kar bikin û beşdariyê di pêşxistina aboriya Rwandayê de bikin.
Heya niha jî ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Koşka Spî derbarê vê lihevkirinê de nehatiye dayîn.