Lezgin

Encamnameya Lutkeya NATO`yê hat eşkerekirin

reset font size increase font size

Lutkeya serokên hikumet û dewletan a NATO’yê bi encamnameyekî bi dawî bû.

Di encamnameya ji aliyê serokên ku tevlî lutkeyê bûn hatiye îmzekirin de hat destnîşan kirin ku li ser pêşniyara her endamê NATO’yê bila lêçûnên parastinê rêjeya ku ji berhema xwe ya navxweyî ya giştî vediqetînin, bigihînin ji sedî 5`an. Ev daxwaza ku ji aliyê Trump ve hatibû pêşniyarkirin hate qebûlkirin.

Di encamnameyê de ev nêrîn û biryar hate parvekirin:

“Em weke serokên hikumet û dewletên ku endamê Tifaqa Atlantîk ya Bakûr’in, ji bo girêdana xwe ya bi tifaqa herî bi hêz a cîhanê NATO’yê re nîşan bidin li Laheyê hatin ba hev.

Em cardin girêdana xwe bi prensîba ‘çi êrîşê ku li hember endamekî were kirin weke ku li hember hemû endaman hatiye kirin tê hesibandin’ ya di benda 5’emîn a Lihevkirina Washîngtonê de cih digire re dipejirînin.

 Em li derdora biryardariya ji bo parastina mîlyarek gelê xwe û parastina tifaqê û girtina bin ewlehiyê ya demokrasî û azadiya xwe de hatin ba hev û bê şik û gûman amade ne.”

Li ser zêde kirina lêçûnên leşkerî li hev kirin

Encamnameyê de tê destnîşankirin ku li ser xerçkirina %5 ya ji bo lêçûnên parastinê li hev kirinek pêk hatiye û wisa berdewam dike: “Di çarçoveya xala 3’emîn ya Lihevkirina Washîngtonê de, heya 2035’an tekezî didin ji %5’ê berhema xwe ya navxweyî ya qels a giştî (HNQS) ji bo lêçûnên ewlehî û parastinê xerç bikin… Aliyên tifaqê, qebûl kirine ku ev teahhuda %5 dê du qadê bingehîn yê parastinê bigrin navxwe. Aliyên tifaqê, heya sala 2035’an li gor pênaseya ku ji lêçûnên parastinê ya NATO’yê re hatiye kirin, lêçûnên bigehîn yên parastinê û ji bo pêşwazî kirina Hedefên Qebiliyetê ya NATO’yê dê %3,5’ê HNQS ya xwe veqetînin. Aliyên tifaqê ji o gihiştina vê armancê dê plansaziyên bi merhele û bawer pêşkêş bikin.

Aliyên Tifaqa Natoyê dê %1,5’ê HNQS jî ji bo xurtkirina binesaziya krîtîk, amadekariyên sivîl, xurtkirina hêz û ji bo xurtkirina binesaziya kargeha parastinê xerc bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnişankirin ku ev hedef di 2029’an de li gorî şert û mercan dê ji berçavan were derbas kirin.

Civîna piştî vê li Tirkiyê ye

Di encamnameyê de ji bo alikariya bi Ukraynayê re jî  hat gotin ku: “Lêçûnên ku ji bo kargeha parastinê ya Ukraynayê re raste rast tê kirin jî we li lêçûnên aliyên tifaqê ya parastinê were zêde kirin.”

Ji bo malxweyîtiya Hollanda spasî hat kirin û di encamnameyê de hat gotin ku: “Em bi awayek bê sebr li benda civîna ku di sala 2026’an li Tirkiyê û piştî wî jî li Almanyayê were kirin bin.”

Demhat Îsmaîl

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24