Li Washingtonê şewateke mezin: Zêdetirî 250 hezar donim daristan şewitîn

Parêzgarê eyaleta Washingtonê ji ber şewatên mezin ên daristanan rewşa awarte ragihand. Di heman demê de li herêma Spokanê ji ber şewatê elektrîk qut bûye û derxistina bi sedan malbatan berdewam dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsên eyaleta Washingtonê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandin ku şewatên daristanan rûberekî ji çaryek milyon donimî (zêdetirî 250 hezar fêdan) girtiye bin bandora xwe.

Ji ber berfirehbûna agir, Parêzgar Bob Ferguson li seranserî eyaletê rewşa awarte ragihand û pêxistina her cûre agirî qedexe kir.

Li gorî zanyariyên fermî, heta niha tu birîndarbûn yan widahiyên canî ku rasterast bi şewatê ve girêdayî bin nehatine qeydkirin.

Li aliyê din, Şaredara bajarê Spokane Lisa Brown, diyar kir ku hinek saziyên sereke û stratejîk ên bajêr hatine valakirin; di nav wan de navendên parzûnkirina avê, navendeke hilberîna pawanê ji bermahiyan, û nexweşxaneyeke girêdayî Wezareta Karûbarê Şervanên Kevin (Komeleya Şervanên Kevn) hene.

Her weha hat ragihandin ku nêzîkî 200 mal li herêma Spokane hatine valakirin, lê berpirs guman dikin ku ev hejmar ji ber mezinbûna herêmên di bin rîskê de zêdetir bibe.

Li gorî daxuyaniya kompaniyaya belavkirina elektrîkê ya li rojhilatê eyaletê, ji ber şewatê zêdetirî 60 hezar kes di tariyê de mane û elektrîka wan qut bûye.

Hêjayî gotinê ye ku şewatên daristanan di vê havînê de li herêmên din ên bakurê rojavayê Okyanûsa Pasîfîk jî bûne pirsgirêkeke mezin.

Meha borî, nêzîkî 34,000 birûskan li herêma başûrê Kolombiyaya Brîtanî bûn sedema rêzepirsgirêkên şewatê û fermanên valakirinê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye