Îranê pêleke nû ya Mûşekan li dijî Îsraîlê da destpêkirin

Hêzên Pasdarên Şoreşê di çarçoveya operasyona “Soza rastîn” de pêla 80'emîn a êrîşên mûşekan li dijî îsraîlê da destpêkirin.

reset font size increase font size

di vê êrîşê de, li 2 bajarên îsraîlê 6 kes birîndar bûne.

îranê got ku îsraîl û amerîka êrîşî stasyona gazê kirine.

li anbarê di êrîşa amerîkayê de 3 fermandarên heşdî şebî hatin kuştin.

li gel nîqaşên agirbest û hevdîtinên di navbera dya û îranê de êriş berdewam dikin.

televîzyona dewletê ya îranê ragihand ku hêzên pasdarên şoreşê di çarçoveya operasyona “soza rast” de pêla 80'emîn a êrîşên moşekan li dijî îsraîlê da destpêkirin.

hate daxuyandin ku di êrişê de moşekên xoremşar-4 û kaîbar hatine bikaranîn.

hate ragihandin ku êrîş li dijî îsraîl, li dijî xalên amerîka li îmaretên yekbûyî yên ereb, erebistana siûdî, kuwêt, qatar, uman û qibrisê pêk hatiye.

çapemeniya îsraîlê ragihand ku di êrîşan de, 6 kes birîndar bûne.

îranê: amerîka û îsraîlê êrişî stasyonên gazê kir

ajansa nûçeyan a farsê ya bi ser pasdarên îranê ve, amerîka û îsraîlê tawanbar kirin ku wan êrişî avahiya birêvebiriya gazê û stasyoneke kêmkirina pestoya gazê ya li navenda bajarê îsfehanê kiriye.

li gorî jêderê, ev êriş vê sibê hatine kirin û her du saziyên ku bûne hedef li ser heman kolanê ne.

ji ber van êrişan zerer gihiştiye beşek ji van saziyan.

her wiha hate ragihandin ku xisar gihîştiye malên li derdora wan saziyan jî.

li xuremşarê êrişî xeta gazê hat kirin.

heman jêderê diyar kir ku li gorî raporan, xeta veguhestina gazê ya stasyona elektrîkê ya xuremşarê ya li rojavayê îranê jî bûye armanc.

têkildarî bûyerê qaymeqamê xuremşarê  daxuyaniyek da.

qaymeqêm eşkere kir ku mûşekek an jî bermayiyeke teqemeniyê ketiye herêmeke li derveyî stasyona xeta gazê.

li gorî agahiyan, di vê rûdanê de ti xisara canî çênebûye.

li iraqê 3 fermandarên heşdî şebî hatin kuştin

li iraqê jî îsraîl û amerîka şerê çekdarên îran dikin.

şevê din hêzên amerîka bi dijwarî baregeha heşdî şebî ya anbarê bombebarankirin.

hate diyarkirin ku di encma bombebaranê de fermandarê operasyonên rojhilatê enbarê sead duwey, berpirsiyarê îstixbaratê yê rojhilatê enbarê wasiq el fartusî û berpirsiyarê ewlehiyê yê rojhilatê enbarê heyder el memurî hatin kuştin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye