KCK'Ê Spasiya Gelan kir ku bi Milyonan kesî daketin qadan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyek weşand.

reset font size increase font size

KCK'ê spasiya gelan kir ku bi milyonan kesî daketin qadan.

KCK'Ê SPASIYA GELAN KIR KU BI MILYONAN KESÎ DAKETIN QADAN

Îsal şahiyên pîrozkirina Newroza 2026'an li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat bûn cihê balkişandina mereqa mirovan.

Têkildarê mijarê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya KCK'ê de hate ragihandin ku pîrozbahiyên derketine xwedî wateyeke dîrokî bûn û wiha got:

"Coşa mezin, asta tevlîbûna girseyî û peyamên dîrokî yên di vê Newrozê de hatin dayin, ji niha ve li hişê mirovan neqişî ne.

Newroz ku sembola roja rizgariyê ye bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re nû bû ku pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin,armanca xwe jiyaneke bi hev re ya gelan a li ser bingeha wekhevî û azadiyê ye.

Bi vê têgihiştinê, di Newroza 2026'an de gelê Kurd û gelên me bi rengê herî xurt xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketin.

Gelê me nîşan dan ku çawa li dora mîmarê pêvajoyê Rêber Apo dicivin.

Gelê me li her qada Newrozê bi rengê herî xurt daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir."

KCK'ê diyar kir ku jinan piştî 8'ê Adarê pêşengî ji Newrozê re jî kirin, ciwan, gelê Kurd, Gerîla dixwazin ku Rêberê PKK' Abdullah Ocalan di nav xwe de bibînin.

KCK: DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ ZÛTIRÎN DEM DE YEKÎTIYA XWE AVABIKIN

 

KCK'ê bang li rêxistinên siyasî yên Kurd kir ku li hemberî xeteriyan tavilê yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin û got:

"Gelê me di vê Newrozê de xwe gihand Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk, ev manîfesto bi kelecaneke mezin pêşwazî kir.

Her wiha nîşan da ku ji wezîfeyên avakirina civaka demokratîk re amade ye."

KCK'ê destnîşan kir ku ji bo serxistina her cûre wezîfeyên vê pêvajoyê ew amade û bi biryar in.

KCK'ê got ku Newroza 2026'an gaveke gelekî mezin bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re da avêtin, yên ku hesabên şaş dikin hişyar kir û hêzeke mezin a têkoşerên demokrasî û azadiyê ne.

Dawiyê KCK'ê spasiya her kesî kir ku ked dan Newroza 2026'an a bi heybet.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye