Donald trump: ji bo kêmkirina aloziyan em bi îranê re di nava danustandinan de ne

serokê amerîkayê donald trump ragihand ku nûnerên wî bi kesayetekî navdar ê îranî re ji bo kêmkirina aloziyan di nava danustandinan de ne.

reset font size increase font size

lê piştî ragihandina trump a lidarxistina danûstandinan, serokê parlamentoya îranê mihemed baqir qalîbaf bi riya platforma x`ê got ku tu danûstandin bi dewletên yekbûyî yên amerîkayê re nehatine kirin.

 

Şerê Amerîka, Îsraîl û Îranî di roja xwe ya 25an de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku nûnerên wî bi kesayetekî navdar ê Îranî  ji bo kêmkirina aloziyan di nava danustandinan de ne.

Trump bi hincetên metirsiyên ewlehiyê navê wî aşkere nekir.

Her wiha got ku danustandin li ser kêmkirina aloziyê û gengaza bidawîanîna şer hatiye kirin.

Li aliyê din jî Trump destnîşan kir ku di demek nêzîk de wê hevdîtinên rasterast di navbera wan û Îranê de çê bibin.

MIHEMED BAQIR QALÎBAF: ME TU DANÛSTANDIN BI AMERÎKAYÊ RE NEKIRIN E

Lê piştî ragihandina Trump a lidarxistina danûstandinan, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bi riya platforma X`ê got ku tu danûstandin bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re nehatine kirin.

Her wiha Wezareta Derve ya Îranê jî ragihand ku wan "peyamên ji welatên dost" der barê daxwaza Amerîkayê ya ji bo danûstandinan de wergirtiye.

 

Lê di van her sê hefteyên şer wan tu danûstandinek bi DYA`ê re nekirine.

CNN`A AMERÎKAYÊ: WÊ DI NAVBERA 2 HEFTEYAN DE HÊZÊN AMERÎKÎ BIGHÊJIN ROJHILATA NAVÎN

Li aliyê din tora CNNˊê ya Amerîkayê da zanîn ku hêzên Amerîkayê yên ku beriya çend rojan ber bi Rojhilata Navîn ve rê ketibûn, wê di navbera 2 hefteyan an zêdetir de bighêjin herêmê.

Her wiha 2 çavkaniyên ji Pentagonê anîn ziman ku Rêveberiya Amerîkayê ferman daye hêzên Firqeya 82ˊyan ku amade bin ji bo ku li Rojhilata Navîn belav bibin û operasyonên leşkerî pêk bînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye