Di Hilbijartinê Rosenheim a Almanya yê de kurdek bû şaredar

SPD li Rosenheimê ya Almanya bi ser ket: Kurdekî ji Mereşê bû şaredar.

reset font size increase font size

Li Rosenheim a Almanya, namzetê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Abuzer Erdogan bi %53,4 dengan wekî şaredar hat hilbijartin.

Ev serkeftin li bajarê ku nifûsa wî 65,000 e û bi gelemperî wekî keleha Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU/CSU) tê zanîn, ji bo SPD bû bingeha moralek mezin.

 

Serkeftina SPD li Rosenheimê, piştî windakirina dengan li bajarên wekî Munîh û Nurembergê, motîvasyona partiyê zêde kir.

Abuzer Erdogan ê 31 salî Kurdekî ji navçeya Elbîstan a bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ye, malbata wî salê nodî de koçî Almanyayê kiriye, Erdogan li Rosenheimê ji dayik bûye.

 

Li Zanîngeha Ludwig Maximilian hiqûq xwendiye û pisporê hiqûqa aborî ye û li beşa hiqûqî ya bankekê xebitiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye