Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îrlandayê Micheál Martin re li Ofîsa Oval a Qesra Spî axivî.
Donald Trump îdia kir ku NATO´yê di çareserkirina pirsgirêka Îranê de "xeletiyek pir bêaqil û pir xirab" kiriye.
Trump piştrast kir ku pêşketinên dawî ji bo hevpeymaniyê ceribandinek rastîn pêk tînin.
Trump: Washington ji welatên Rojhilata Navîn piştgiriyeke pir bihêz werdigire
Her wiha Trump tekez kir ku Washington ji welatên Rojhilata Navîn piştgiriyeke "pir bihêz" werdigire, bi taybetî helwestên Qeter, Îmarat, Erebistana Siûdî û Behrêynê û wiha anî ziman:
“Ev welat di piştgiriya xwe de pir bihêz bûne û em vê yekê pir teqdîr dikin.”
Donald Trump bi tundî rexne li hevalbendên Ewropî yên di NATO´yê de kir û got:
"Me bi sedan milyar dolar alîkariya Ûkraynayê kir, dema ku hewcedariya me bi alîkariyê hat wan heman amadebûn nîşan nedan.
Ev bi rastî ecêb e û divê em bi cidî li ser pêşeroja vê hevkariyê bifikirin.”
Di çarçoveyek têkildar de, Trump destnîşan kir ku hêzên Amerîkî şiyanên leşkerî yên Îranê "wêran kirine" û got:
"Heke em bixwazin em dikarin hêza wan di saetekê de, an jî di çend deqeyan de, ji holê rakin."