Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê di roja 19`emîn de berdewam dike

Amerîka û Îsraîlê diyar kirin ku şerê li Rojhilata Navîn û Îranê, wê hîn jî berdewam bike. Medyaya Îranê jî eşkere kir ku nêzîkî 75 kes bi tawana girêdana bi "komên terorîst û torên dijî-ewlehiyê" ve hatine darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amêrîka-Îsraîl û Îranê di roja xwe ya 19'an de bi êrîşên dijwar berdewam dike.

 

Medyaya fermî ya Îranê duh êvarî kuştina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî piştrast kir.

 

Her wiha ragihandin ku Fermandarê Besîc ên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê Xulam Riza Silêmanî, di êrîşên Amerîka û Îsraîlî de hatiye kuştin.

 

Fermandariya Navendî ya Amêrîka raghand ku hêzên wê bikaranîna bombeyên bunkerşikêner ên 5,000 poundî pêk anîne.

 

Di encama van êrîşan 19 kes hatine kuştin.

 

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan HRANA jî ragihand ku di 24 saetên borî de li 17 parêzgehan li seranserê welêt herî kêm 179 êrîş hatine tomarkirin.

 

Wezîrê Derve yê Almanya Johannes Wadephul got ku heger şer bi awayekî leşkerî dewam bike; wê çareserî tune be.

 

Ji aliyek din ve, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku di 24 saetên borî de 192 kes li Îsraîlê birîndar bûne û diyar kir ku ji destpêka şer ve 3,727 kes birîndar bûne, ku 74 ji wan niha tên dermankirin.

 

Ajansa nûçeyan a Tasnim a Îranê jî eşkere kir ku li parêzgeha Alborz a bakurê Îranê, nêzîkî 75 kes hatine girtin ku dibêjin ew bi "komên terorîst û torên dijî-ewlehiyê" ve girêdayî ne.

 

Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî îro destnîşan kir ku ew bi êrîşên mûşekî û dronên Îranî re rûbirû bûye.

 

Di heman çarçoveyê de, gelek sivîl bi idîaya ku sîxurtiyê dikin, ji aliyê Îranê ve tên kuştin.

 

Ajansa nûçeyan a dadweriyê ya Mîzanê ragihand ku Tehranê kesekî ku bi "sîxuriya ji bo Îsraîlê hatibû sûcdarkirin", hatiye darvekirin.

 

 

Aloziyên Tengava Hurmuzê berdewam dikin

 

 

Ji bo vekirina Tengava Hurmuzê, beriya niha Serokê Amêrîkayê Donald Trump ji piraniya welatên NATO'yê alîkarî xwestibû lê destek nedan.

 

Donald Trump têkildarî mijarê got ku welatê wî êdî nema hewcedarî alîkariyê ye.

 

Berpirsa siyaseta derve ya YE'yê Kaja Kallas tekez kir ku "kes amade nîne ku ji parastina tengavê "jiyana gelê xwe bixe xetereyê".

 

Di heman demê de, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê hişyarî da ku eger şer heta Hezîranê berdewam bike, dibe ku bi deh milyonan kes bi birçîbûneke giran re rûbirû bimînin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye