Li Îranê bi dehan sivîl ji dema şer ve hatine girtin

Di nava êrîşan de jî, dewleta Îranê pêlên berfireh ên girtinê dane destpêkirin. Saziyên Mafên Mirovan ragihandin ku di van çend rojên şer de, bi dehan sivîl di bin navê "sîxuriyê" de, ji aliyê dewleta Îranê ve hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevlî ku Îran di nava şerekî dijwar de ye jî, lê di hundir de û li gorî Saziyên Mafên Mirovan, dewleta Îranê pêleke girtinê dest pê kiriye.

 

Rojane ji aliyê Saziyên Mafên Mirovan ve, nasname û hijamara kesên ku li Îranê tên girtin, tên ragihandin.

 

 

HANA: 33 kes li parêzgehên cuda yên Îranê hatine girtin

 

 

Li gorî HANA`yê di 14 û 15`ê adarê de, 33 kes li parêzgehên cuda yên Îranê hatine girtin.

 

HANA`yê di 14`ê adarê de, nasnameya 2 welatiyên Kurd, Emced Xurşîdî û Sebah Ezîzî, ku ji bajarê Seqezê ne, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin, eşkere kir.

 

 

Behrûz Çamanara, lêkolînera ziman û wêjeya Kurdî ji bajarê Îlamê, li ser hesabê xwe yê X`ê ragihand ku di 16ê adarê de, hêzên ewlehiyê li bajarê Îlamê bi ser mala malbata wê de girtine, birayê wê Sasan û xwişka wê Parasto girtine û ew birine cihekî nenas.

 

 

Tesnîm girtina 55 kesan bi tohmeta sîxuriyê ragihand

 

 

Ajansa nûçeyan a Îranê Tesnîm jî, girtina 55 kesan ku wekî ew didêje bi tawana sîxuriya bi dijmin re, ragihand.

 

 

HRANA`yê nasnameya 71 girtiyan eşkere kir

 

 

Di 17`adarê de ajansa HRANA`yê eşkere kir ku 71 welatî li herêmên cuda yên Îranê, di nav wan de parêzgehên Şahrûd, Yezd, Cem, Hormozgan û Xorasana Rezewî, bi tohmeta "sîxurî" û şandina agahiyan ji medyaya biyanî re hatine girtin.

 

Ajansa Nûçeyan a Fars girtina 10 kesan li Xorasana Rezewî ragihand û îdea kir ku 4 ji wan bi komkirina agahiyan û destnîşankirina cihên aborî û binesaziyên hesas sîxurî dikirin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan HANA`yê,  da zanîn ku veşartina nasnameyên girtiyan, astengkirina gihîştina wan bi şêwirmendiya hiqûqî ya serbixwe û pêşkêşkirina dozên ewlehiyê yên giran bêyî belgeyên giştî, binpêkirinên giran ên prensîbên pêvajoya dadwerî û mafên bingehîn ên mirovan in.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye