Los Angeles Lakers li ser hev şeşemîn serkeftina xwe ya di NBA'yê de qezenç kir

Lîstikvan Luka Doncic tîma xwe, Los Angeles Lakers, ber bi şeşemîn serkeftina xwe ya li pey hev di NBA`ê de bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêşbirka di navbera tîmên rêza sêyem û çarem bi serkeftina100-92  taxima Lakers bi dawî bû.

 

Lakers di deqeya dawî ya çaryeka dawî de li hember Houstone Rocketsê pêşengî bi dest xist, bi vî rengî serkeftinek berbiçav li derve bi dest xistin.

 

Ev serkeftin, avantajeke girîng da Lakers di çarçoveya têkoşîna her du tîman ji bo pozîsyonên play-offan bi 43 serkeftin û 25 têkçûnan, li hember Rockets (41 serkeftin û 26 têkçûn) .

 

Luka Doncic di derbarê serkeftina taxima xwe de axivî û got: "Me tenê 92 pûan destûr dan wan, ku ev ji bo vê tîmê pir baş e, me performansek berevaniyê ya pir baş nîşan da."

 

Luka Doncic wiha dawî li axftina xwe anî: "Me dikarîbû çêtir bilîsta, lê ya girîng ew e ku me qezenc kir. Divê em vê yekê bidomînin."

 

Lîstikvanê Lakers Lebron James lîstik bi 18 xalan bi dawî kir, her wiha  Austin Reeves 15 xal zêde kir.

 

Di heman demê de Jabari Smith Jr. bi 22 xalan bû golkarê herî baş ê taxima Houstonê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye