Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin

Li Amerîkayê baregeheke Hêzên Hewayî rastî êrîşeke çekdarî hat, kesek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Baregeha Hêzên Hewayî yên Amerîkayê li New Mexico di derbarê bûyerê de daxuyaniek da.

 

Li gorî daxuyaniyê ji ber vê bûyerê, baregeh bi awayekî demkî hate girtin.

 

Her wiha hate diyarkirin ku kesê birîndar ji bo dermankirina bijîşkî hate veguhastin.

 

Karbidestên ewlehiyê piştrast kirin ku baregeh niha ewle ye û qedexeya derketina derve hatiye rakirin.

 

Di daxuyaniyê de, wiha hat gotin:

 

"Tîmên acîl, wê bersiva her êrîşekê bidin û niha ti gef tune ne."

 

Navên birîndaran û her hûrgiliyên din ên derbarê bûyerê de hîn nehatine weşandin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye