Li dijî siyaseta Macron gel daket qadan

Li Fransayê, gel li dijî siyaset û kêmkirina lêçûnên Serokkomar Emmanuel Macron derket û nerazîbûna xwe anî ziman. Nêzî 200 hezar beşdarî xwepêşandanan bûn. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bruno Rotellaud diyar kir ku di xwepêşandanên roja çarşemê de, nêzîkî 200 kes hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya çend rojan, Serokwezîrê Fransa François Bayrou, di dengdana baweriyê de têk çû û li şûa wî Sébastien Lecornu ji aliyê serokkomarê Fransayê Macron ve weke Serokwezîrê nû, hat erkdarkirin.

Li dijî vê gûhertina Serokkomar Emmanuel Macron û planên kêmkirina lêçûnan, li gelek deverên Parîsê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Di xwepêşandanan de Tevgera "Werin em her tiştî bigirin" daxwaz ji xwepêşandaran kir ku trafîkê asteng bikin û çalakiyên grevê li dar bixin.

 

“Nêzî 200 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn”

 

Li beramberî vê yekê, rayedaran zêdetirî 80,000 hêzên ewlehiyê li seranserê welêt li kolanan belav kirin.

Hêzên ewlehiyê ji bo kombûnan belavbikin û dawî li pevçûnan bînin topên avê bikar anîn, Polîsên rêjîmê jî, gazên rondikrêj li xwepêşandêran reşandin.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bruno Rotellaud diyar kir ku di xwepêşandanê roja çarşemê de, nêzîkî 200 kes hatine girtin.

Ji aliyekî din ve Wezareta Karên Hundir a Fransayê eşkere kir ku nêzîkî 200 hezar kes, beşdarî xwepêşandanan bûne.

 

Serokwezîrê nû Sébastien soza çareserkirina krîza siyasî da

 

Piştî erkdarkirina Macron, Serokwezîrê destnîşankirî yê Fransayê Sébastien Lecornu rêbazek nû ji bo birêvebirina welêt ragihand û soz da ku ji bo çareserkirina krîza siyasî wê guhertinên radîkal bike.

 

Partiya çepgir a France Insoumise: Em ê pêşniyara nebaweriyê pêşkêş bikin

 

Li gel van rûdanan nerazîbûn ji bo hilbijartina Serokwezîrê nû derket.

Partiya çepgir a France Insoumise jî ragihand ku dema hikûmeta nû pêşkêşî Meclîsa Neteweyî were kirin, ew ê pêşniyara nebaweriyê pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve jî, partiya Sosyalîst hişyarî da ku hilbijartina kesayetiyek rastgir ji bo vê postê, dikare Serok Macron bi hêrseke civakî û astengkirina saziyan re, rû bi rû bihêle.

Li gorî raya giştî ya Fransayê, xwepêşandan wê berdewam bikin û taybet li 30 zanîngehan wê xwendekar beşdarî van çalakiyan bibin meş û blokajan li dar bixin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24