Rûsya: 2 bajarokên Ûkraynayê hatine kontrolkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li herêma Donetskê ya rojhilatê Ûkraynayê 2 bajarok kontrol kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezaretê daxuyakirin ku hêzên wê gihîştine bajarokên Pavlovka û Fedorovka yên Donetskê û destnîşan kir ku yekîneyên ji Koma Başûr û hêzên din beşdarî operasyonan bûne.

 

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsyayê li deverên cuda yên Donetskê pozîsyonên nû ava kirine û operasyonên hedefgirtinê li dijî hêzên Ûkraynayê pêk anîne.

 

Hate diyarkirin ku di encama operasyonan de, qurbanî û windahiyên madî yên hêzên Ûkraynayê çêbûne.

 

Her wiha Wezaretê ragihand ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di heman demê de, 6 mûşek û 365 dronên Ûkraynayê asteng kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye