Şerê Rusya Ukrayna her diçe girantir dibe. Şer niha li ser hinek bajarên Ukraynayê taybet xurt bûye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi rêya Telegramê got ku hêzên wan pêşveçûna xwe di şerên dijwar de li dora bajarên sereke yên Pokrovsk û Kobyansk didomînin.
Û wan gundeke piçûk a bi navê Vovche li başûr-rojhilatê Ûkraynayê girtiye û her weha li bajarê cîran Myrnohradê şer berdewam dike.
Rûsyayê lê zêde kir ku her du bajarok yên bi navê Pokrovsk û Kobyansk (ku Rusya di serdema Sovyetan de wek Krasnoarmeysk û Dmitrov binav dikir) jî hatine dorpêçkirin.
Kîev şerê Pokrovskê wekî "hebûnî" bi nav dike tîne ziman ku heya dawiyê de berxwe bidin. Lê Moskow rojane daxuyaniya pêşveçûnê dide.
Ûkranya: rûsya êrîşî binesaziya enerjiya me kir
Ûkranya dibêje ji ber êrîşên Rûsyayê gelek zirar gihîştiye enerjiya wan û qûtbûna elektirîkê li çend herêmên Ûkraynayê derketiye.
Wezîra Enerjiyê ya Ûkraynayê Svetlana Hrynchuk li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsek weşand û di nivîsê de wiha got:
"Dijmin careke din êrîşeke mezin li ser binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê da destpêkirin, ji ber vê yekê li gelek deveran qutbûna elektrîkê ya awarte çêbûye."
Wezîrê Enerjiyê yê Ûkraynayê lê zêde kir ku gava pergala enerjiyê aram bibe, elektrîk dê were vegerandin.
Parêzgarê herêma Odessa ya başûrê Ukraynayê Oleg Kiper, di posteke Telegramê de ragihand ku roja Înê derengê êvarê Rusya bi dronan êrîşî tesîsên enerjiyê kiriye.
Kiper diyar kir ku "zirar ji tesîseke binesaziya enerjiyê re çêbûye" lê zirar negihiştiye welatiyan.
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky di peyamek vîdyoyî de, roja Çarşemê got ku welatê wî ji bo parastina enerjiyê ji êrîşên Rûsyayê hewceyî alîkariyek navneteweyî ya bileztir e.
Di bombebarana Dnîproyê de 3 kes mirin
Karbidestên Ûkraynayê gotin ku Rûsyayê di êrîşên şeva din de, dron û mûşek barandine, herî kêm sê kes kuştine û tesîsên sereke yên binesaziya enerjiyê li sê herêman zirar dîtine.
Li bajarê Dniproyê piştî ku dronek li avahiyek apartmanan xist, du kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn. Karbidestên herêmê gotin ku li herêma Kharkiv kesek hatiye kuştin.