Cara yekem di dîroka xwe de Tirkiyê keştiyeke şer a rasteqîn difroşe welatekî NATO û Yekîtiya Ewropayê.
Keştiya Parastina Deryaya Vekirî ya bi navê "CAM Roman", ku ji bo Romanyayê hatibû çêkirin, bi merasîmeke fermî radestî Hêzên Deryasî yên Romanya hate kirin.
Merasîma radestkirinê li Fermandariya Tersaneya Stenbolê bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Romanya Nicuşor Dan birêve çû.
Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku ev peyman ne tenê ji bo têkiliyên her du welatan, lê ji bo ewlehiya Deryaya Reş û tifaqa NATO`yê jî xwedî girîngiyeke mezin e.
Erdogan: Tirkiyê niha zêdetirî 50 keştiyên şer çêdike
Erdogan da zanîn ku cîhan ji Şerê sar vir ve di yek ji veguherînên herî kûr derbas dibe û wiha lê zêde kir:
"Pîşesaziya parastinê yek ji hêmanên bingehîn ên vîzyona "Tirkiyeyeke Mezin û Bi Hêz" e.
Di 23 salên dawî de ber bi armanca "Tirkiyeyeke bi tevahî serbixwe" ve pêşketineke girîng çêbûye.
Meha borî bi 996 milyon dolar berhemên parastin û fezayê hinardekirin."
Serokkomarê Tirkiyê diyar kir ku Tirkiye di pîşesaziya çêkirina keştiyên leşkerî de pêvajoyek hilberînê dijî û heta niha zêdetirî 140 platformên deryayî ji bo herêmên cuda hatine hinardekirin.
Di dawiyê de Erdogan got ku niha Tirkiyê zêdetirî 50 keştiyên şer çêdike, ji van dê 15 keştî ji bo welatên dost û lihevkirî bên hinardekirin.