Tora Bijîşkên Serbixwe yên Sûdanê, di daxuyaniyekê de ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn 73 jin û 29 keçan li El-Mujalleda Rojavayê Kordofanê dîl girtine.
Li gorî daxuyaniyê, ev jin piştî dagirkirina Babanusayê bi darê zorê hatine revandin.
Torê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn îdîa kirîye, jinên hatine revandin endamên artêşa Sûdanê ne.
Torê ragihand ku pêdiviyên bingehîn ên wekî tenduristî, xwarin û piştgiriya psîkolojîk van jinan nayên bicihanîn.
Tora Bijîşkên Serbixwe di daxuyanîyê de daxwaza berdana bê şert û merc dîlgirtîyên jin kir.