Îsal li gelek welatan erdhêj çêbûn. Di encamê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, duh erdhejek bi pileya 6.7 li gorî pîvana Richterê li başûrê Perûyê qewimî.
Her wiha raporên destpêkê nîşan da ku sê kes di erdhejê de birîndar bûne.
Komara Perûyê, welatekî li rojavayê Amerîkaya Başûr e.
Enstîtuya Jeofîzîkî ya Perûyê texmîn kir ku erdhej bi pileya 7.2 rûdaye.
Enstîtuyê diyar kir ku erdhejeke din jî bi hêza 4.2 çêbû.
Wezîrê Parastinê yê welêt Rafael Belawende got, raporên destpêkê nîşan didin ku 3 kes bi sivikî birîndar bûne.
Her wiha Rafael Belawende diyar kir ku 22 avahiyên niştecihbûnê, 6 dibistan û 12 navendên bijîşkî zirar dîtine.
Belawende destnîşan kir ku ajansên rêveberiya karesatan hîn jî ji bo nirxandina asta zirarê dixebitin.
Perû, welatê duyemîn ê hilberînerê sifir ê cîhanê ye.