Nûnerê taybet ê Trump dê bi Putin re bicive

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî ferman daye nûnerê xwe yê taybet, da ku bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hefteya bê de, wê Steve Witkoff li Moskovayê bi Putin re, bicive.

Di heman demê de, Wezîrê Artêşê Dan Driscoll dê bi rayedarên Ûkraynayî re bicive.

Piştî van hevdîtinan, wê Trump bi Putin û Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky re hevdîtinê bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku eger şert û mercên DYA li gorî hevdîtinên berê, cuda bin, dikare plana aştiyê ya Amerîkî red bike.

Li gorî çavkaniyek Ûkraynî, ji bo bidawîanîna şer pêşveçûn çêdibe.

Lê herî kêm sê xalên girîng ên astengkirinê mane.

Beriya vê bi demekê Trump, ji bo bidawîanîna şerê li Ûkraynayê 28 xal pêşniyar kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye