Haci osmenoglu di daxuyaniya rojnameya Fanatik de diyar kir û got:
Sala borî ji ber bahisên neqanûnî 52 milyar dolar ji Tirkiyeyê bi qaçaxî hatin derxistin.
Navenda van operasyonan ne Tirkiye lê Ewropa ye û dozgeriya me lêkolîna mijarê didomîne.
Em çiqasî pêşî li van pêkanînan bigirin, em ewqas xizmeteke baştir pêşkêşî civaka Tirkiyê dikin.
Hacismenoglu piştrast kir ku di çarçoveya têkoşîna li dijî torên bahisê yên neqanûnî de, Dozgeriya Komara Tirkiyê, Interpol û UEFA yê bi hevkariya Navneteweyî bi awayekî fermî tevlî lêpirsînan bûne.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê beriya niha ji 45 rojan heta salekê ceza dabû 102 lîstikvanan ji ber bahîsê,her wiha 17 hakemên têkildarî bûyerê bune ji hatine girtin.