Real Sociedad bû şampiyonê Kûpaya Qral a Spanyayê

Real Sociedad, piştî ku duh di dema zêdekirî de bi encama 2-2 wekhev ma, bi penaltiyan 4-3 Atletico Madrîdê têk bir û bû cara 4emîn di dîroka xwe de şampiyonê Kûpaya Qral a Spanyayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maça di navbera taxima Real Socidad û Atletico Madrîdê şahidî kelecanek mezin kir.

Ander Barrenetxea bi gola di xuleka yekem a maçê de Real Sociedad xist pêş.

Piştre Ademola Lookman di xuleka 18'an de encama maçê wekhev kir.

Lê Mikel Oyarzabal lîstikvanê taxima Socidad bi penaltiyek di xuleka yekem a dema zêdekirî ya nîvê yekem de taxima xwe dîsa xist pêş.

Julian Alvarez di xuleka 83'an gola duyemîn ji bo Atletico tomar kir û encam wekhev kir.

Her du taxim jî dema zêdekirinê derbas kirin, lê di dema zêdekirinê de ti gol nehatin avêtin, ji ber vê yekê biryar bi penaltiyan hate dayîn.

Di penaltiyan de, golparêzê Real Sociedadê Unai Marrero geş bû û du penaltî parast û bi vî awayî taxima xwe bi skora 4-3 bi ser ket.

Real Sociedad senaryoya sezona 1986-1987'an li dijî Atletico Madrid dubare kir.

Dema ku maç bi wekhevî bi dawî bû berî ku tîma Baskî maç bi penaltiyan qezenc bike û bibe şampiyonê Kûpaya Qralê Spanyayê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye