TFF cezayek wekî pêkenok da Bursasporê

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF), ji ber ku di maça Bursaspor û Somasporê de ji aliyê alîgirên Bursasporê heqaret li Leyla Zanayê hat kirin, cezayek wekî pêkenok da Bursasporê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) biryarên xwe eşkere kirin.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF), di maça Bursasporê bi Somasporê re lîst de, ji ber "tezahuratên xirab û ji ber ku ev çalakî di heman sezonê de di maça ku tîma mêvan e de cara duyem pêk hatiye" 16 hezar lîre ceza li tîmê birî.

Alîgirên Bursasporê di lîstikê de heqaret û gotinên xirab li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê berz kiribûn û ev yek li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûbû sedema nerazîbûnan.

Lê cezayê Komîteya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) li Bursasporê birî di medyaya dijîtal de wekî pêkanok û piştgiriya bi Bursasporê hat pênasekirin.

Alîgirên Bursasporê cara duyeme li Kurdan û li nirxên Kurdan heqaretan dikin û cezayê wekî xelat ji aliyê PFDK'yê werdigre .

Herî dawî di maça Lîga 2'yemîn a TFF ya 2023'an a di navbera Bursaspor û Amedsporê de, êrîş li lîstikvan û rahênerên Amedsporê kiribûn û posterên ku 'Torosên Spî', "Kesk" sembola kuştinên kiryarên nediyar ên salên 1990'î ne nîşan didan, li stadên Bursasporê hatibûn daliqandin.

Dîsa ji aliyê Komîteya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) cezayê 9 maç listikên bê temaşevan lîstinê li klûbê hatibû birîn. Lê ev yek jî bûbû sedema nerazîbûnan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye