Hat ragihandin ku balafirên Îsraîlê êrîşî rojhilatê Xezeyê, bi taybetî taxa El Tuffah kirin.
Her wiha îro ji saetên serê sibê ve bombebaranên asmanî yên dijwar berdewam in.
Rojhilatê Xezeyê devereke di nav herêma ku wekî "herêma zer" a di bin kontrola Îsraîlê de tê naskirin.
Hat diyarkirin ku balafirên Îsraîlê 5 cih li deverên cuda yên parêzgeha Refehê, bi taybetî li derdora taxa El-Cuneyna, hedef girtin.
Di heman demê de, operasyonên Îsraîlê yên lêgerîna çekdarên Hemasê di hundirê tunelên Refehê de berdewam dikin.
Îsraîl tevî peymana agirbestê ya di 10`ê Cotmehê de, rojane binpêkirinan pêk tîne.
Ev yek di demekê de tê ku Amerîka hewl dide derbasî qonaxa duyemîn a "plana aştiyê" bibe.
Îsraîlê berê jî piştrast kiribû ku ew ê qebûl neke derbasî qonaxeke din bibe berî çareserkirina pirsgirêka "şervanên Hemasê" yên li Refahê asê mane, ku hejmara wan a rastîn nayê zanîn lê tê texmînkirin ku li dora 200`î ye.