Îsraîl: Me li Başûrê Sûriyê çend çekdar kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyona xwe ya li başûrê Sûriyê de, Wê hejmarek çekdar kuştine. Medyaya Sûriyê jî ragihand ku di 2 rojên borî de, hêzên Îsraîlê ketin gundewarên rojavayê Derayê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerên wan li "Herêma Ewlehiyê" ya başûrê Sûriyê hejmarek çekdar kuştin.

Artêşê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku operasyonên wan ên li Sûriyê dê bidomin û gefên li dijî wan dê bên têkbirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê SANA'yê jî ragihand ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê bi 4 erebeyên leşkerî li gundewarê Derayê geriya.

Yekîneyeke din a artêşa Îsraîlê ku ji 8 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundê bajarokê Cumlê û gelek mal kontrol kirin.

Berî du rojan jî, yekîneyek ku ji 7 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundê Meriye û bendeke leşkerî li rojhilatê mizgeftê danîn. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye