Tevî agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de êrîşên her du welatan ên li dijî hev didomin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), di roja duyem de li pey hev careke din daxuyaniyek belav kir.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan roja şemiyê, li ser fermana Serokê Amerîkayê êrîşî çend armancên li Îranê kirine.
Fermandariyê eşkere kir ku êrîş weke bersivekê li ser êrîşên berdewam ên Îranê yên li dijî keştiyên bazirganiyê hatiye encamdan.
CENTCOMê angaşt kir ku roja şemiyê saet 4:30'ê sibehê bi dema Rojhilata Navîn, hêzên Îranê droneke xwekuj avêt ser keştiyeke petrolê ya bi navê Kiko ku ala Panamayê hildabû û ber bi tengava Hurmizê ve diçû.
Her wiha CENTCOMê daxuyand ku balafirên şer ên Amerîkayê binesaziya çavdêriya leşkerî ya Îranê, pergalên ragihandinê, navnîşanên parastina hewayî û depoyên dronan armanc girtine.
Supaya Pasdaran: Me êrîşî baregehên Amerîkî yên li Kendavê kir
Ji aliyê Îranê ve jî, Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku roja yekşemê wan li heşt armancên leşkerî yên Amerîkî li baregeha hewayî ya Elî El-Salim li Kuweytê û baregeha Flota Pêncemîn a Amerîkî li Behreynê xistiye.
Supaya Pasdaran destnîşan kir ku êrîş di bersiva êrîşên dawî yên Amerîkî de hatine pêk anîn.
Rayedarên Amerîkî hîn li ser asta zirar an qurbaniyên gengaz şîrove nekirine.
Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, li gorî bîrnameya têgihîştinê ya Îslamabadê, Îran berpirsiyarê kontrolkirina trafîkê li Tengava Hurmizê ye.
Her wiha hêzê da zanîn ku ew ê ji niha û pê ve bi keştiyên ku ew wekî binpêker wan bi nav dike re bi tundtir tevbigerin.
Kuweyt û Behreyn: Me mûşek û dronên Îranê têk birin
Der barê heman mijarê de, daxuyaniyên cuda ji hêla Kuweyt û Behreynê ve hatin dayîn.
Parastina hewayî ya Behreynê roja yekşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan mûşek û dronên ku ji hêla Îranê ve hatine avêtin, têk birine.
Her wiha Artêşa Behreynê got ku hêzên leşkerî yên welêt di asta herî bilind a hişyariyê de ne.
Serfermandariya Giştî ya Artêşa Kuweytê jî da zanîn ku pergalên parastina hewayî yên welêt li dijî êrîşên Îranê yên bi mûşek û dronan rawestiyan.