Kurtulmuş: Divê komisyon li ser gavên demokratîkbûnê biaxive

Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş di civîna sêyemîn a Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwîşk-Biratiyê û Demokrasiyê de anî ser ziman ku, meseleya herî girîng a komisyonê ew e ku têkildarî pêvajoyê sererastkirin bên çêkirin. Serokwekîla Koma DEM partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît balkişand ser pêvajoya pevçûna 50 salî û got: “Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk werin çareser kirin.” CHP`ê jî Pakêta demokratîkbûnê ya Tirkiyê ku ji 29 xalan pêk tê pêşkêşî Komîsyonê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de komisyona ji Partiyên Siyasî pêk tê civîna xwe ya sêyemîn li dar xist.

Di destpêka civînê de Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş axivî û got Komisyon li gor armanca xwe dixebite.

Numan Kurtulmuş girêdayê erkên komisyonê axivî û got: “Meseleya herî girîng a vê komîsyonê di pêvajoyê de gavên tên avêtin li ser navê gelê me bişopîne sererastkirinên pêwîst bike û di vê çarçoveyê de li ser gavên demokratîkbûnê biaxive.”

 

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka sed salî ya Tirkiyê ye

 

Bi heman rojevê Serokvekîla Koma DEM partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di civîna Komisyonê de balkişand ser pêvajoya pevçûna 50 salî û wiha got: “Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk werin çareser kirin.”

Koçyîgît bi bîrxist ku, Pirsgirêka Kurd meseleya sedsalî yaTirkiyeyê ye û nirxandinên xwe wisa domand:

“Em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk bi îradeya Meclîsê, siyaset û îradeya hevpar a gel wê were çareserkirin. Em hem li hundur û hem jî li derve ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane têdikoşin.”

Koçyîgît di dawiyê de bal kişand ser îradeya Meclîsê got: “Gerek em bi hejmartina êşan re demê winda nekin. Divê aştiya hundirîn a Tirkiyeyê û aştiya herêmê ava bikin.”

Rêya ku bi biryara çekberdanê hatiye vekirin, were nirxandin û bang li Meclîsê kir ku berpirsyariyê bigire û ji bo mayîndekirina çarseriyê banga vesazkirina qanûnî kir.

Civîna bê wê Dayikên Aştiyê û xizmên Windahiyan werin guhdarkirin.

 

Fetî Yildiz: Qanûna înfazê ji bo herkesê nayê cîbicîkirin

 

Civîna sêyemîn a Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwîşk-Biratiyê û Demokrasiyê bi dawî bû, Komisyon wê hefteya bê 19 û 20 Tebaxê rojan li ser hev bicive.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz di Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwîşk-Biratiyê û Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku, Qanûna Înfazê ji bo herkesê nayê cîbicîkirin.

Yildiz desnîşan kir ku qeydên înfazê hene li dijî her kesî wekhev tên cîbicîkirin û wiha got: "Divê li gorî ol, mezheb, reng, eslê civakî, fikr-raman, hêza aborî, pozîsyona civakî ferq û cudahiyê neke divê di cîbicîkirina wê de cihêkarî neyê kirin

Hiqûqa înfazê li cihê darizandina cezayê bi dawî dibe dest pê dike. Eger em vê bi temamî çênekin em nikarin ji nav vî karî derkevin.”

CHP`ê jî ji Komisyonê re Pakêta demokratîkbûnê ya ji 29 xalan pêk tê pêşniyar kir.

Serokwekîlê Koma CHP`ê Mûrat Emîr jî anî ziman ku bêyî dem were bisînorkirin divê xebat bên kirin û ev yek wê bike ku nîqaşên hûr û kûr werin meşandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24