Mihemed Qalîbaf: Hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn ewlehiyê Nayîne

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku "rû û sîstema Rojhilata Navîn dê biguhere".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mihemed Baqir Qalîbaf, ji televîzyona dewletê re got ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn ewlehiyê bi xwe re nayîne.

 

Qalîbaf, destnîşan kir ku divê ewlehiya herêmê ji hêla welatên Rojhilata Navîn ve were birêvebirin.

 

Qalîbaf, diyar kir ku rû û sîstema Rojhilata Navîn dê biguhere, lê ne li gorî planên Amerîkayê û got: "Em, welatên Îslamî yên li herêmê, dê di warê aborî û ewlehiyê de rêkûpêkî û ewlehiya herêmî ava bikin."

 

Her wiha serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, tekez kir ku divê hêzên amerîkî ji herêmê derkevin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye