Mamosteyên Siweydayê xwepêşandan li dar xistin

Mamosteyên Siweydayê bi armanca daxwaza wergirtina mûçeyên xwe xwepêşandaneke mezin li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mamosteyan di xwepêşandanê de daxwaz kirin ku mûçeyên wan yên ku ji meha tîrmehê ve ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve hatine birîn, werin dayîn.

Her wiha ji hemû aliyan daxwaz kirin ku xebatên perwerdeyê dûrî nakokiyên siyasî bixin.

Mamosteyan bang li Komîteya Xwendina Bilind, Rêveberiya Perwerdehiyê ya Siweyda û Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Veguhêz kirin ku çareseriyên ku mafên wan û xwendekaran garantî dikin, pêş bixin.

Pirsgirêka mûçeyan li parêzgeha Siweydayê piştî şerê di navbera Hêzên Hikûmeta Veguhêz û hêzên herêmî yên Durziyan de dest pê kir.

Ev 3 meh in Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê mûçeyên zêdetirî 12 hezar karmendên li Siweyda û gundewarên wê rawestandiye.

Hikûmeta Veguhêz bi vê yekê dixwaze zextê li şêniyên Siweydayê bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24