Wezareta navxweyî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê idîa kir ku yekîneyên wan bi hevkariya îstixbarata giştî li parêzgeha Helebê li dijî veşartgeheke çeteyên DAIŞ`ê operasyoneke hedefgirtî pêkanîne.
Her wiha Wezaretê idîa kir ku di encamê de 3 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin û her wiha hejmareke çek, cebilxane û meteryal jî hatine desteserkirin.
Piştî êrîşa çeteyekî DAIŞ`ê yê li dijî hêzên Koalîsyonê li Tedmûrê; Hikûmeta Veguhêz hewl dide ku operasyonên bi vê awayî çêke.
Lê hin aliyên siyasî dibêjin ku ev operason bi awayekî şeklî ne; tenê ji bo ku Hikûmeta Veguhêz.
xwe bi awayekî baş bide nîşandan û riwê xwe spî bike tê kirin.
Nemaze ku ew kesê êrîşî hêzên Koalîsyonê kiribû, endamekî hêzên ewlekariya Hikumeta Veguhêz bû.