Piştî biryara Betalkirina Kongreya CHP'ê, tevliheviyên li pêşiya avahiya CHP'ê berdewam dikin.
Gelek partiyan derheqê êrîşê de daxuyanî dan.
Daxuyaniyeke nû ji Ozgur Ozel re: Şerm li wan be
Ozgur Ozel serokê CHP'ê ku bi biryara dadgehê ji kar hat dûrxistin, piştî destwerdana polîsan li baregeha partiyê daxuyaniyek din da.
Ozel bertek nîşanî destwerdana polîsan da û got,
"Her kes tiştê ku li gorî wî ye dike. Em tiştê ku li gorî CHPê ye dikin.
Ez pir xemgîn im, lê em ji bo vegerandina mala bav û kalên xwe diçin.
Dema ku em dîsa werin vir, ev hikûmet û hevkarên wê, dê cesaret nekin ku vê yekê bikin.
Şerm li wan kesên ku bi polîsan re ketin mala partiya me, şerm li wan kesên ku ferman dan ku gaza rondikrêj li dijî zarokên vê partiyê were bikaranîn!"
DEM Partî der barê destwerdana polîsan a li baregeha CHP'ê de daxuyaniyek weşand
Li ser navê Hevserokên DEM Partiyê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî destwerdana polîsan a li avahiya CHP'ê dan û gotin
"Em qebûl nakin ku polîs bi zorê bikevin navenda CHP'ê û li gorî biryara parêzgariyê berpirs, parlamenter û welatiyan ji wir derxînin.
Em bang li rayedaran dikin ku dev ji helwestên ku aloziyan zêde dikin berdin, li gorî prensîbên hiqûqî yên demokratîk tevbigerin û nêzîkatiyek ku aştiya civakî dide pêşiyê bigirin."
Dem partî di berdewamiya daxuyaniya xwe de banga diyalogê li her du aliyan kir û diyar kir ku ew amade ne ku tiştê dikeve ser wan bikin.
"...Divê ew krîza siyasî bi diyalogê were derbaskirin, ne bi hebûna polîsan.
Pirsgirêkeke siyasî bi zorê, bi şikandina deriyan, yan jî bi rêya bikaranîna gaza rondikrêj nayên çareserkirin.
Em ji partîyan hêvî dikin ku di vê pêvajoyê de rewatiya qanûnî û prensîbên siyaseta demokratîk bi kar bînin.
Em amade ne ku hemî berpirsiyariyên ku di vê pêvajoyê de li ser me dikevin, bigirin ser xwe..."
Ekrem Imamoglu li ser hesabê xwe daxuyaniyek weşand
Ekrem Îmamoglû, namzedê serokomariyê yê CHP'ê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê ku hate girtin û ji kar hate dûrxistin, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyaniyek da û got:
"Biryara ku Kongreya Asayî ya 38'emîn a partiya me betal û bêbandor îlan dike, darbeyek qesrê ye.
Yên ku ferman dane û yên ku ew pêk anîne têne zanîn.
Tiştê ku ew "bêbandor" îlan dikin ne rêveberiya CHP'ê ye, lê îradeya pîroz a miletê Tirk e. Serweriya neteweyî bi rêya dadgehan hatiye îdiakirin.
Dadgeh, ku "bi navê miletê Tirk" biryaran dide, bi îlankirina îradeya neteweyî, Komarê û demokrasiyê ji holê radike."