Di şeva borî de dengê teqînên mezin li Paytexta Ûkraynayê, Kîevê bilind bû.
Li gorî agahiyan, Kîev û hin bajarên din yên Ûkraynayê rastî êrîşên tund û berfireh yên Rûsyayê hatin.
Bangewazî li welatiyan hate kirin ku li cihên ewle bimînin
Piştî destpêkirina êrîşan, rayedarên paytextê rewşa awarte ragihandin û bangewazî li welatiyan kirin ku ji bo selametiya xwe berê xwe bidin cihên ewle.
Ev yek tirsa di nava welatiyên wê deverê de zêde kir û welatiyan berê xwe dan cihên bin erd ku wekî stargehê ji xwe re dibînin.
Ev êrîş weke yek ji êrîşên hewayî yên herî dijwar û berfireh ên Rûsiayê di van hefteyan de bû.
Rûsya bi zêdetirî 600 dron û 90 mûşekan êrîşî Kîevê kir
Li gorî daxuyaniya Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê, di tevahiya şevê de li seranserî welêt bi zêdetirî 600 dron û 90 mûşekan êrîş hate kirin.
Li gorî heman çavkaniyê hêzên Rûsyayê di van êrîşan de, dron, mûşekên balîstîk, Mûşekên “Xencer” yên ji deng bi leztir û fuzeyên “Oreşnik” bikar anîne.
Zelensky: Rûsyayê bi mûşekên balîstîk êrîşî Ûkraynayê kir
Der barê van êrîşan de, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku Rûsyayê, bajarê Bila Tserkva yê li herêma Kîevê bi mûşekeke balîstîk a navîn-menzîl a Oreşnik bombebaran kir.
Zelensky: 4 kes hatine kuştin û zêdetirî 83 kes birîndar bûne
Her wiha Serokê Ûkraynayê der barê zirarên canî de jî, diyar kir ku 4 kes di van êrîşan de hatine kuştin û zêdetirî 83 kes birîndar bûne.
Der barê zirarên madî de jî, Fermandarê leşkerî yê Kîevê Tîmûr Tkaçenko got ku 40 avahî di encama van êrîşan de zirar dîtine.
Rûsya: Ev êrîş wekî tolhildana cihên sivîl ên li Rûsyayê bû
Ji aliyê din ve, medyayên Rûsî ragihandin ku hêzên Rûsyayê di êrîşên şevê yên li ser Ûkraynayê de, bi çar cureyên mûşekan cihên li Ûkraynayê armanc girtine.
Her wiha li gorî medyayên Rûsî, ev êrîş wekî tolhildana hedefgirtina cihên sivîl ên li Rûsyayê ji aliyê Kîevê ve bû.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî, da xuya kirin ku êrîşên, ku hemû jî serkeftî bûn, navendên fermandariya leşkerî ya Ûkraynayê, baregehên hewayî û saziyên din ên girêdayî kompleksa pîşesaziya leşkerî ya Ûkraynayê kirine armanc.
Kaya Kallas: Rûsya li qada şer gihîştiye rewşeke bêçare
Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas destnîşan kir ku Rûsya bi êrîşa xwe ya berfireh a dawî dixwaze "Ûkraynayê bitirsîne û wiha got:
"Rûsya li qada şer gihîştiye rewşek bêçare, ji ber vê yekê ew bi êrîşkirina bi zanebûn Ûkraynayê ditirsîne."