Di navbera hêzên deryayî yên Taywan û Çînê de pevçûnek derket

Li Deryaya Bakur û Başûr a Çînê, di navbera hêzên deryayî yên Taywan û Çînê de, pevçûnek derket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên deryayî yên Taywanê îro ragihandin ku ew ji bo roja duyemîn li pey hev, li nêzî Giravên Pratasê yên stratejîk ên li bakurê Deryaya başûrê Çînê, bi Hêzên deryayî yên Çînî re ketine di nav şer û pevçûneke aloz de.

Çîn, ​​Taywana demokratîk wekî beşekê ji axa xwe dibîne.

Ev îdîa ji hêla hikûmetê ve li Paytexta Komara Çînê, `Taipei` hate redkirin.

Di heman demê de, Pekînê di pênc salên borî de, bi zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî li dora giravê, zextên xwe zêde kiriye.

Giravên Pratasê, ku ji hêla Taywanê ve têne kontrol kirin, di navbera başûrê Taywan û Hong Kongê de ne.

Hêzên deryayî yên Taywanê diyar kirin ku wan roja şemiyê keştiyeke Çînî dît, ku ber bi giravan ve diçû, wan jî keştiya xwe şand wir, da ku hişyariyê bidin keştiya Çînî ku ji giravê derkeve.

Hêzên Çînî diyar kirin ku ew "serwerî û dadweriyê" li ser giravê dikin

Hêzên Taywanî dan zanîn ku keştiya Çînî îdîa kir ku ew mîsyoneke rûtîn pêk tîne û zêde kir ku Çîn "serwerî û dadweiyê" li ser giravê dike.

Hêzên Taywanî gotin ku keştiya Taywanî bersiva keştiya Cînî daye û ji wan re gotiye:

"Ji kerema xwe aştiyê xerab nekin. Divê hûn vegerin û ji bo demokrasiyê têbikoşin.

Ev rêya rast e ku hûn xizmeta welatê xwe bikin."

Karbidestekî Hêzên deryayî yê Taywanî ji Reutersê re got ku îdiayên Çînê yên li ser dadwerî û serweriyê ne yesayî ne.

Dirêjahiya ku wan di avên nêzîkî Giravên Pratasê de derbas kir jî ne yesayî bû.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye