Proseya çekdanînê li cîhanê bûye sîmayeke, şoreşger hêdî hêdî dixwazin çekdan deyînin û ji bo bidestxistina aştiyê dest bi xebata siyasî bikin.
Ev der Kolombya ye, 100 gerîlayên koma komîteya hevpeymaniya navdewletî ya artêşa Bolîvyayê, çekên xwe danîn.
Biryar e piştî 3 rojên din, hilbijartin li Kolombyayê bê lidarxistin.
Serokê şandeya hikûmetê ji bo aştiyê dibêje ew ê serokatiya wî welatî bigire dest û divê aştiyê bi dest bixe.
Serokê şandeya Hikûmeta Kolombyayê: Divê aştî bê bidestxistin
Her wiha Serokê şandeya hikûmetê ARMANDU NOBURA di axaftina xwe de wiha got:
"Dixwazim gavên we bihêz bin û li başûrê Kolombyayê weke ronahiyeke hêvîbexş bin.
Me soz daye wan kesên ku çekên xwe datînin ku neyên êşandin û alîkariya wan were kirin.
Peyama min ji bo her kesê ku serokatiya welat digire dest, ew e ku ji bo bidestxistina aştiyê bixebite, ne ji bo şer."
Endamekî koma hevpeymaniya navdewletî ya artêşa Bolîvarê jî wiha dibêje:
"Ez gelekî kêfxweş im, êdî pêdivî pê tune ye ku ji malbata xwe dûr bikevim."
Gerîlayekî Kolombyayê: Êdî ne pêwîst e ji malbata xwe dûr bikevim
Gerîlayên Kolombiyayê li gel Hikûmeta Kolombiyayê ji bo di hikûmetê de cih bigrin vê gava erênî davêjin.