Witkoff û Eraqçî dê biçin Swîsreyê

Malpera Axiosê eşkere kir ku nûnerê taybet ê Donald Trump Steve Witkoff diçe Swîsreyê. Her wiha biryar e Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî îro biçe Swîsreyê. Tê payîn ku serdana rayedarên her du welatan ji bo Swîsreyê di çarçoveya bicihanîna hevdîtinekê de pêk bê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Malpera Axiosê ragihand ku nûnerê taybet ê Donald Trump Steve Witkoff, ber bi Swîsreyê ve çûye, da ku tev li nûnerê taybet ê Amerîkayê Jared Kushner bibe ku berê li wir e. 

Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Grossi jî li Swîsreyê ye, da ku di aliyên teknîkî yên dan û standinên nukleerî de alîkariyê bike.

Tê payîn ku dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de dê di nav rojekê yan du rojan de li Swîsreyê dest pê bikin, da ku bigihêjin rêkeftineke mayînde.

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî plan dike ku îro biçe Swîsreyê.

Lê îhtîmal heye ku ev plan were guhertin.

Îrna: Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê îro diçe Tehranê

Ji aliyekî din ve, Ajansa Nûçeyan a IRNA'yê, ku dezgeha medyaya fermî ya Îranê ye, ji çavkaniyeke fermî veguhast ku Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Muhsin Neqevî dê îro biçe Tehranê, da ku bi rayedarên payebilind ên Îranê re bicive.

Ajansê zêde kir ku Neqevî dê pêşveçûna dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de li Tehranê bişopîne.

Neqevî ji dema ku navbeynkariya Pakistanê dest pê kiriye, çend caran serdana Tehranê kiriye.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Îranê serdana Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Muhsin Neqevî bo Tehranê piştrast kir û ragihand ku Neqevî dê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re bicive.

Têkildarî vê mijarê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku ev serdan berdewamiya hewldanên Îslamabadê ye, ji bo pêşvebirina dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de.

Trump: Divê nakokiyên bi Îranê re werin çareserkirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, hêvî kir ku hemû nakokiyên bi Îranê re di nav 60 rojî de werin çareserkirin.

Donald Trump gef xwar ku eger rêkeftineke dawî çênebe, careke din dê berê xwe bide vebijêrkên leşkerî.

Dîmenê Trump di folderê min de ye, bi navê Trump

Vance: Peymana bi Îranê re ti pabendiyan li Amerîkayê nasepîne

Cîgirê serokê Amerîkayê J.D Vance got ku peymana di navbera Washington û Tehranê de rê dide Amerîkayê ku li gorî kiryarên Îranê asta sizayan zêde bike an kêm bike.

J.D Vance zêde kir ku peyman ti pabendbûnan ​​li Amerîkayê nasepîne û wiha berdewam kir:

"Tiştê ku peyman dike ev e ku heke Îranî bedelê bidin, heke ew dev ji piştgiriya terorîzmê berdin û heke ew pabendî pergaleke teftîşên demdirêj bibin ku dihêle em bi bawerî bibêjin ew ê qet çekeke nukleerî bi dest nexin, wê demê em dikarin asta sizayan kêm bikin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye