Li Bolivyayê hilbijartina serokkomariyê dibin siya qeyranê darayî de pêk hat.
Senatorê rastgir ê navend Rodrigo Paz ji sedî 31’ê dengan bi ser ket.
Namzetên MAS Eduardo del Castillo û Andronico Rodriguez nekarîn desteka ku hêvî dikirin bi dest bixin û têkçûnek dîrokî xwarin.
Ev encam nîşana dawiya desthilatdariya çepgir a 20 salan a ku di bin Morales de dest pê kir.
Paz piştî hilbijartinê bi daxuyaniyekê got: “Pêwîstiya Bolîvyayê bi îstîqrar, rêveberî û modeleke aboriyê ya gel heye.”
Serokkomarê nû dê di tûra duyemîn de di 19’ê Cotmehê de were hilbijartin.