Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio nûtirîn peyama xwe ji hikûmeta Îraqê re şandiye û gotiye ku di demeke guncav de dê bi komên li Îraqê re mijûl bibin û ev mijar dê di danûstandinan de were gotûbêjkirin.
Marco Rubio got ku komên li Îraqê dron û mûşekan diavêjin, rê li ber bidawîbûna şer û pevçûnên li herêmê digirin.
Her wiha Rubio diyar kir ku ev mijar dê di wextê xwe de were û di danûstandinên berdewam de dê were çareserkirin.
Dîsa da zanîn ku ji bo bidestxistina aramiya herêmê û jinavbirina faktorên gefê xebat tên kirin.
Ev daxuyaniyên Rubio hemwextî bangên hikûmeta Îraqê yên ji bo sînordarkirina çekan di destê dewletê de hatin.
Beriya niha jî ev mijar di serdana nûnerê Amerîkî Tom Barack ya Bexdayê û hevdîtina wî ya bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re bûbû rojev.
Têkildarî heman mijarê, rojnameya Orşelîm Post behsa çarenûsa komên çekdar ên li Îraqê kir.
Rojnameya Orşelîm Post eşkere kir ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî berê kampanyayek dabû destpêkirin, da ku bi rêya cezayên aborî û terorîzmê kom û serokên wan armanc bikin.
Zeydî: Têkiliyên me yên bi Amerîkayê re dê ji leşkerî bibin aborî
Ji aliyekî din ve, serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku piştî vekişîna leşkerên Amerîkî, ji bo mayîna komên çekdar ti behane nemaye û ev peyam da:
“Piraniya hêzên çekdar dest bi radestkirina çekên xwe bo hikûmetê kirine.
Em daxwaz dikin ku têkiliyên me bi Amerîkayê re ji leşkerî bibin aborî.”
Zeydî di dawiya nirxandina xwe de daxwaz ji OPEC’ê kir ku rê bide hilberandina petrolê li gorî hejmara niştecihên Îraqê zêde bikin.