Hêzên Amerîkî, roja şemîyê, êrîşî Venezuelayê kirin û Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores revandin.
Hat ragihandin ku 150 balafirên Amerîkî başdarî vê operasyonê bûne. Di encama vê êrîşê de, herî kêm 40 kes hatin kuştin. Hêzên Amerîkî dan xuyakirin ku di dema operasyona girtina Maduro de, çend leşkerên wan birîndar bûne, lê birîna wan sivik in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, îdîa dikir ku Maduro bi awayekî neqanûnî bûye Serokê Venezuelayê û jê xwestibû ku dest ji desthilatdariyê berde. Trump, demeke dirêj e serokê Venezuelayê, bi bazirganên narkotîkê tawanbar dikir û mirina bi hezaran Amerîkî ji ber tiryakê dixist stûyê Maduro.
Maduro wê li Amerîkayê bê dadgehkirin
Rayedarên Amerîkî, gotin ku Wezareta Dadê ji bo girtina Maduro ji ber sûcên terorîzm, madeyên hişber û çekan tê tawanbarkirin, alîkariya leşkerî xwestiye. Dozgera Giştî ya Amerîkayê, eşkere kir ku Maduro, wê di demeke nêzîk de li gorî edaleta Amerîkî bê cezakirin.
"Amerîka wê Venezuelayê heya demekê bi rê ve bibe"
Her wiha Trump, piştî girtina Serokê Venzeuelayê wiha anî ziman: “Washington, dê kontrola petrolê ya li Venezuelayê bike û welat dê ji hêla Amerîkayê ve ji bo demekê were birêvebirin.”
Pisporên hiqûqî yên navneteweyî gotin ku Serokê Amerîkayê dibêje welatê wan li gorî qanûna navneteweyî tevger kiriye, lê vê yekê pirsgirêkên qanûnî tevlihev kiriye. Her wiha pisporan diyar kirin ku bazirganiya madeyên hişberê, li gorî pîvanên navneteweyî sûc e. Lê ev yek pêwîst nake ku destwerdaneke leşkerî bê kirin.
Profesoreke li Zanîngeha Northeastern Jeremy Ball ku pisporê qanûna destûrî ye, got: “Hûn nikarin bibêjin ku ev operasyon li gorî qanûnê bû û piştre jî bibêjin ku divê em niha welêt bi rê ve bibin. Ev ne mantiq e.”
Rubio: Piştî Venezuelayê Kuba dikare bibe hedefa Amerîkayê
Her wekî din jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêşniyar kir ku Kuba dikare bibe hedefa din a hewildanên rêveberiya Trump.Rubio, bal kişand ser operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya li Venezuelayê û wiha anî ziman: “Eger ev operasyon li Kubayê pêk hatibe, wê piçek zehmetir û ew ê hinekî bi fikar be.”
Cîgira Maduro weke seroka demkî hat erkdarkirin
Ji aliyê din ve jî, Dadgeha Bilind a Venezuelayê ferman da ku cîgira Maduro, Delcy Rodriguez, dê weke seroka demkî ya Venezuelayê, were erkdarkirin. Dadgehê biryar da ku Rodriguez dê pozîsyona Serokatiya Komara Venezuelayê bigire, da ku berdewamiya rêveberiyê û parastina giştî ya neteweyî, misoger bike.
Bi heman hincetê Amerîkayê serokê Panamayê jî girtibû
Di sala 1989`an de, ji aliyê Amerîkayê ve bûyereke din bi vî awayî hatibû kirin û serokê Panamayê Manuel Noriega hatibû revandin. Manuel Noriega, bi sûcên têkildarî madeyên hişberê hatibû tawanbarkirin. Her wiha serokê berê yê Hondurasê Juan Orlando Hernandez, di sala 2022’an de radestî Amerîkayê hatibû kirin.
Wê demê bi sûcên bazirganiya madeyên hişberê hatibû mehkûmkirin û 45 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.