Rayedarên herêmî yên Meksîkayê ragihandin ku di encama rabûna lehiyan de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedarên parastina sivîl ên Meksîkayê eşkere kirin ku li 32 eyaletên welêt baranên dijwar barî ne.
Her wiha rayedaran dan xuyakirin ku deverên herî zêde ji ber lehiyê bandor bûne Veracruz, Querétaro, Hidalgo, San Luis Potosí û Puebla ne.
Li Hidalgoyê 16 kesan jiyana xwe ji dest da, hezar xanî jî zirar dîtine û li eyaleta Pueblayê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kesên din jî winda ne.
Li eyaleta Veracruzê zarokek û li Querétaro jî polîsekî jiyana xwe ji dest dan.