Hebûna hêzên Rûsî li Sûdanê eşkere bûye

Çavkaniyên herêmî dibêjin, ew êrîşa ku beriya 4 rojan li bazareke Sûdanê hatibû kirin, hêzên girêdayî Rûsyayê, pêk anîne.

reset font size increase font size

Roja înê, êrîşek li dijî bazarekê li bajarokê Kabo yê Sûdanê pêk hatibû.

Di encamê vê êrîşê de,12 kes hatibûn kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûbûn.

Lê ti aliyan ev êrîş negirt ser xwe.

Îro jî, raportên herêmî destnîşan dikin ku ev êrîş ji aliyê hêzek bi saziyên Rûsî ve girêdayî ye, pêk hatiye.

Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên girêdayî Rûsyayê di hindirê bazarekê de, bi guleyan êrîşê wan kiribûn.

Hemû qurbanî jî, şivanên Sûdanî bûn.

Hêzên Vagner ên Rûsî li deverên madenê zêr li çend herêmên Afrîkayê belav bûne.

Di mehên dawî de, dewriyeyên xwe li ser sînorê di navbera Sûdan û Komara Afrîkaya Navîn de, zêde kirine.

Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku van dewriyeyan çend caran şivanên Sûdanî yên li herêma sînor hedef girtine.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di sê rojan de li eyaletên Darfûra Bakur û Kordofana Başûr zêdetirî 10 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ragihand ku li Darfûra Bakur, ji ber şer zêdetirî 7 hezar kes, koçber bûne.

Li Kordofana Başûr jî, ji ber şer zêdetirî 3 hezar kes, reviyane.

Rêxistênê destnîşan kir ku niştecih bi kêmbûna xwarinê ya giran re rû bi rû ne.

Li herêma Ebû Cûbeîhayê jî agir derket û 45 stargej şewitîn ku ji bo kesên bêwar hatibûn danîn.

NY rewşa li Sûdanê wekî yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê bi nav dike.

Ji destpêka şer ve zêdetirî 11 mîlyon kes koçber û penaber bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye