Bi pêşengtiya Hunermendê Arjantinî Federico Racca û komek Hunermendan wê dest bi kampanyeke li ser medya dijîtal bi navê “Cihek ji bo Ocalan” were meşandin bikin.
Armanca kampanyayê ew e ku li seranserî Cîhanê Aktivîst, Akademîsyen bi pêşeng û kesên naskirî bi parvekirina dîmenan piştgiriyê bidin kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî, Ji gelê Kurd re statuya siyasî.”
Aktivîst û akademisyenên cîhanî piştgiriya tekoşîna gelê Kurd berdewam dikin
Di derbarê kampanyayê de ev bang hate kirin: “Di têkoşîna gelê Kurd û Abdullah Ocalan de em li ser medya dîjîtal bi navê “Cihek ji bo Ocalan” dest bi çalakiyeke hunerî dikin.
Kampanya “Cihek ji bo Ocalan” ji çend dîmenên ji bo me xwedî cihekî taybet e û em dixwazin bi Abdullah Ocalan re parve bikin pêk tê.
A Place for Ocalan beşdarî têkoşîna azadiyê dibe ku sala 2023’an di çarçoveya pêngava “Azadî ji Ocalan re” ji aliyê hewildan û tevgerên cuda ve hate destpêkirin.”
Endamên hunermend: hemû kes dîmenan bikşînin û li ser medya dijîtal parve bikin
Endamên komê bang li hemû kesan dikin ku dîmenê xwe bikişînin û li ser torên medya dîjîtal parve bikin.
Kampanyayê pîvanên ji bo kişandina dîmen jî wiha diyar kirin, dîmen divê ji 10 saniyeyan dirêjtir nebe bi rengekî fereh bê kişandin.
Li kêlekê dîmen divê kursiya vala hebe, divê bêdeng be yan jî li ber muzîkekê ku hûn dixwazin bi Abdullah Ocalan re parve bikin.
Hate ragihandin ku wê çalakî li ser Instagramê 12`ê Îlonê bi dema Arjantînê saet di 11:00 bi dema Brukselê saet di 16:00 û bi dema Amedê jî saet di 17:00 de wê destpê bike.