Li Nîjeryayê jê fermanderekî 7 leşker hatin kuştin

Li Nîjeryayê di êrîşeke terorîstî de fermandarekî leşkerî ya bakur-rojhilatê welêt 7 leşker hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raporeke îstîxbarata leşkerî ku roja şemiyê ji aliyê Ajansa France-Presse ve hatiye dîtin, çekdarên tundrew êvara înê li bakur-rojhilatê Nîjeryayê herî kêm heft leşker kuştine, di nav wan de fermandarekî leşkerî jî hebûye.

Nîjerya demeke dirêj e bi serhildaneke dijwar re rû bi rû ye ku ji aliyê çekdarên Boko Haram û rêxistina tundrew a Dewleta Îslamî li Parêzgeha Rojavayê Afrîkayê (ISWAP) ve tê birêvebirin.

Li gorî raporê, leşker di kemînekê de li nêzîkî herêma îdarî ya Konduga, ku bi qasî 35 kîlometreyan dûrî Maiduguri, paytexta Eyaleta Borno ye, hatine kuştin.

Ji ber aloziyan nêzîkî du milyon kes li bakur-rojhilatê Nîjeryayê ji cih û warên xwe bûn û ber bi welatên cîran ve belav bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye