DEM Partî çû serdana Demîrtaş

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan çûn serlêdana Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin.

Li gorî agahiyên ji medyaya nêzîkî DEM Partiyê, di serdanê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê were nîqaş kirin.

Tê payîn ku di rojeva hevdîtina di navbera hevserokan û Demîrtaş de, du mijarên sereke hene.

Pêvajoya danîna çekan a PKK'ê û azadkirina siyasetmedarên ku li gel Demîrtaş di Doza Kobaniyê de hatine cezakirin.

Demîrtaş ev nêzî 9 sal in ku ji ber Doza Kobaniyê girtî ye û bi destpêkirina pêvajoya nû ya aştiyê re, çav li rê ye ku di demek nêz de were azadkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye