Şaredariya Til Temirê rêgarên çemê Zirganê paqij kirin

Ji ber barana zêde û lehiyan çemê Zirganê û menfezên pira li ser çem xetimîn e, Şaredariya bajarê Til Temirê dest bi paqijkirina rêgarên çem kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di van 2 rojane de, li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, baraneke xurt bariya, bi vê barana zêde re rêjeya ava çeman zêde bû û li gelek bajaran jî golên avê çêbûn.

 

Ji ber lehiyê, menfezên pira li ser çemê Zirganê yê Til Temirê xetimîn, rêyên Til Temir-Zirganê, Til Temir-Serê Kaniyê qut bûn û tevgera çûn û hatinê asteng bû.

 

Şaredariyê dest bi paqijkirina çem û rêgarên pirê kir, da ku av biherike û jiyana xelkên li taxên nêzî çemê, nekeve xeteriyê.

 

Rêveberê Daneyên Avê yê Hesekê Endazyar Ebdulezîz Emîn hişyarî dabû şêniyên li ber çemê Xabûrê, ku gengaz e di demjimêrên bê de lehî çêbibin.

 

Emîn diyar kir ku ji ber barana zêde û herikîna ava çemên Cerceb û Zirganê li ser çemê Xabûrê, leza herikîna ava çemê di çirkeyekê de, 50 metre derbas kir.

 

Vê sibehê jî, ji ber bilindbûna ava çemê Xabûrê, av bi ser rêya M4 a li rojavayê Til Temirê de herikî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye