Bi boneya salvegera 38'an a komkujiya Helebçeyê, şêniyên Qamişlo, Hesekê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Amûdê, Dirbesiyê, Til Temir û Kobanê daketin qadan û bi rêzgirtin qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Komkujiya Helebçeyê ya ku rejîma Sedam Husên kiribû, yek ji sûcên herî qirêj ên dîroka pergalên dîktatore bû.
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de, komkujiyên di dîrokê de li dijî Kurdan hatine kirin, wekî ya Serhildana Qamişloyê (2004) ya ku ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû kirin û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengal û Kobanê hatin bibîrxistin.
Meclisa Bajarê Tirbespiyê jî piştî deqeya rêzgirtinê, daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe da.
Di daxuyaniyê de Komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin û qurbaniyên wê hatin bibîranîn.
Hate diyarkirin ku ev komkujî yek ji sûcên herî mezin di dîroka nûjen de ye û berdewama sûcên li dijî gelê Kurd e.
Li bajarên Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê jî, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûspî, daketin qadan.
Gel ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê 5 deqeyan rêz girtin û daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de, hate gotin ku komkujiya Helebçeyê dîrokeke bi êş di nava civaka Kurd de ye û di wijdanê Kurdan de bi navê "Adara Reş" tê naskirin.
Di 16'ê Adara 1988'an de, rejîma Sedam Husên bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombebaran kir.
Di encamê de zêdetirî 5 hezar kes bûn qurbanî.