Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya "nelirêtî û bertîlê" de li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê operasyon hate lidarxistin.
Di operasyona ji hêla komên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Qaçaxçitî û Organîzeyî ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê de, Midûrê Nivîsgeha Taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê Dogukan Uyan hate binçavkirin.
Hat zanîn ku ji bo gelek kesan jî biryara binçavkirinê hatiye dayin. Di çarçoveya operasyonê de li avahiya xizmetê ya şaredariyê lêgerîn hate kirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku li mala Uyan û li ofîsa wî ya li şaredariyê lêgerîn hatiye kirin û lêpirsîn têkildarî kirînên şaredariyê ye.
Seçer got: "Di pêvajoyeke wiha de lêpirsîneke wiha ji bo min ne surprîz bû. Têkildarî min tu lêpirsîneke nîne."
Operasyona li dijî Şaredariya Doşemealtiyê: 22 kes hatin binçavkirin
Di lêpirsîna ku derbarê îhaleya asfalt û resîfê ya Şaredariya Doşemealtiyê ya Antalyayê hat kirin de, Şaredarê berê Turgay Genç jî di nav de ji bo 22 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hat kirin de, Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Polîsan li dijî Şaredariya Doşemealtiyê operasyonek li dar xist.
Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo Şaredarê berê Turgay Genç, 2 wekîlên şaredar, 8 xebatkarên şaredariyê, 6 xebatkarên şîrketa taşeron û 5 endamên meclîsa şaredariyê biryara binçavkirinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de xebatên binçavkirinê dewam dikin û lêpirsîn ji gelek aliyan ve dewam dike.
Beriya 4 mehan jî operasyon hatibû kirin
Di Kanûna 2025'an de li dijî Şaredariya Doşemealtiyê operasyonek hatibû lidarxistin û 10 kes bi îdiaya sûcên aborî hatibûn binçavkirin. Piştî operasyonê Murat Çelîk, Şaban Unar, Mehmet Kala û Duralî Altun hatin girtin û 6 kes jî bi kontrola edlî hatibûn berdan.