Hevserokên Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclisê û endamên Koma Amed beşdarî çalakiyê bûn.
Endamên komê darên ku çandin av dan û ji bo bibe bîranîn, şopa destên xwe li ser zemîna betonî hiştin ku dê şaredarî li qada kesk bi cih bike.
Hevserokên Şaredariya Peyasê spasiya gel kir ku eleqeyeke mezin nîşanî konsera komê Amedê dabûn.
Koma Amed bi berhemên xwe yên wekî “Kulîlka Azadî”, “Dergûş” û “Agir û Mirov” mohra xwe li muzîka Kurdî xistiye.