Mehmet Uçum: Di pêvajoyê de bazara demokrasiyê nabe

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê li ser pêvajoya pirsgirêka Kurd ragihand ku di "pêvajoya veguhêz" de bazara demokrasiyê nabe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Mehmet Uçum di parvekirina xwe de got: "Di pêvajoya veguhêz de bazara demokrasiyê nabe."

Hewldana bazarkirina li ser demokrasiyê dê di warê bingeha pêvajoya veguhêz de ji bingehê ve şaş be.

Yasaya veguhêz bi mijarên entegrasyona civakî ve sînordar e

Yasaya veguhêz bi lêpirsîn û darizandina hêmanên çalak û piştgir ên rêxistina terorê ya fesixkirî û her wiha bi mijarên entegrasyona civakî ve sînordar e.

Bi gotineke din, mijarên yasayî yên giştî û perspektîfa bipêşxistina demokrasiyê ku pêwîstî bi yasayeke taybet, demkî û cuda heye, ne mijara serdema veguhêz e, mijara piştî serdema veguhêz e.

Şiwêrmend Uçum diyar kir ku şertên reforma demokrasiyeke berfireh û hiqûqî tenê dikare piştî temambûna pêvajoya veguhêz pêk werin.

Uçum qala rapora komîsyonê kir û ragihand ku dê rapor ji aliyê sîstematîk û naverokê ve bibe rêber.

Uçum: Divê li sûriyê peymana 10’ê Adarê cih were

Mehmet Uçum qala Peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de jî kir û got:

"Banga 27ê Sibatê hemû hêmanan li xwe digire û divê ji wê çarçoveyê neyê derketin.

Divê tekez li Sûriyê jî pêbendî Peymana 10ê Adarê bibin."

Uçum hişyarî da ku divê daxwazên "ne pêkan" neyên rojevê û eger mijarên ku divê di rojên pêş de werin rojevê îro bên axaftin dibe ku pêvajo têk biçe.

Uçum di dawiya parvekirina xwe de got: "Dema ku pêvajoya veguhêz serkeftî biqede û ji bo her kesî serdemeke aştî û ewlehiya mayînde pêk bê. Bi şertê ku yekîtî û yekparçeya Tirkiyê bê parastin û li gel bihêzkirina Tirkiyê guncaw be, gelek mijar dikarin bên rojevê.

Serkeftina pêvajoya veguhêz bi nêzîkbûneke wiha pêkan e."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye